NAVENDA NÛÇEYAN
Hejmara qurbaniyên teqînên Şamê bû yek kuştî û 31 birîndar, di heman demê de Wezareta Karên Hİndir a hikûmeta demkî diyar kir ku delîlek hatiye dîtin ku dikare bigihije bersûcan.
Hejmara qurbaniyên 2 teqînên ku îro li navenda paytext Şamê pêk hatin gihiştiye yek kuştî û 31 birîndar. Rayedaran diyar kirin ku “delîkek” dîtine ku dikare bigihêje bersûcên êrişê.
Rêveberiya Tenduristiyê ya Şamê ragihand ku di 2 teqînên ku li nêzî Wezareta Tûrîzmê qewimîn de kesek hatiye kuştin û 31 kesên din jî birîndar bûne. Berê, Wezareta Karên Hindir ragihandibû ku 18 kes birîndar bûne, di nav wan de çar polîs hene.
Berdevkê Wezareta Karên Hindir Nouredîn El Baba di civîneke çapemeniyê de eşkere kir ku xizmetên ewlehiyê “delîkek” dîtine ku dikare bigihêje bersûcên teqînan û da zanîn ku lêpirsîn berdewam dikin û tê payîn ku di demek nêzîk de kesên têkildar werin girtin.
Your Comment